“Emê berxwedanê bilind bikin, dîwara hilweşînin, Efrînê rizgar bikin”

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi pêşengtiya kongra Star û PYD ji bo şermezarkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê daketin qadan.

Meş ji ber navenda Kongra Star dest pêkir û heya qada azadî berdewam kir, meşvanan pankêrtên bi nivîsên”Emê berxwedanê bilind bikin dîwara hilweşînin Efrînê rizgar bikin” wêneyên Leyla guven û Rêber Abdullah Ocalan û al Kongra Star û PYD hildan, her wiha meşvanan sloganê wek”bijî berxwedana Efrînê” , “Em heya mirinê bi te re ne Efrîn” berzandain.

Li qada azadî veguherî mêtîng, mêtîng bi deqeyeyek rêzgirtin dest pê kir piştire li ser navê Kongra Star Xaliya Ehmed û li ser navê PYD Yasir Xelef axivîn.

Axaftivanan kiryarên dewleta tirk şermezarkirin û gotin: armanc ji dîwarê parçekirinê parçekia Efrîn ji Sûriyê ye weke ku berî niha liwa îskenderon ji sûriyê parçekirin îro dixwaze Efrîn tevlî xaka Turkyê bike.

Her wiha axavtivanan bal kişandin ser tecrîda giran kirî û berxwedana çalakgerên girava birçîbûnê û gotin: dewleta tirk nikare bi hevdîtinekê me bixapîne emê bi rihê berxwedana Leyla Guven û hevalên wê tecrîdê bişkînin.

Di dawiyê de axavtivanan bang li dewletê navnetewî kirin ku li Efrînê xwdî derbikevin.

Meş bi sloganên silvkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê bi dawî bû.

Show More
Back to top button