“Her der Rojava ye, her der Berxwedane”

Bi armanca piştgirtiya QSD’ê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha bi boneya Roja Cîhanî ya Rojava, îro bi hezaran gelên navçeye Tirbespiyê daketin qadan  Meşek li dar xistin meşvanan alên QSD`ê, Kongre Star û pankartên bi nivîsên “her der Rojava ye, her der Berxwedane” hilgirtin.

Meş li ber Navenda Kongera Star dest pêkir û li kolanê sereke yê navçeye geriya û li ber şaradariya navçeyê veguherî mitîng.

Mîtîng bi deqek rêzgirtin dest pêkir, paşê li ser navê Kongra Star Şaha Xelîl û li ser navê Eşîrên Ereban Hesên Sadiq axivîn.

Axavtivanan berxwedana şervanên QSD silav kirin û piştgirya xwe bi wan re teqez kirin, Her wiha axavtivanan bi bîr xistin ku ev êrîşên ku tên kirin pilan girîne bi taybet ku di 9’Cotmehê de pêk hatin û gotin ev êrîş lîstokek navnetewî li ser gelê Bakur û Rojhilatê sûriyê ye û armanc ji van êrîşan ewe ku herêmên me werin dagirkirin.

Axavtivanan di roja Rojava ya cîhanî de bang li her kesî kirin ku rabin ser piyan û li hember dagirkeriyê bisekinin.

Meş bi sloganên Bijî Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

Show More
Back to top button