DIYANA: ‘ERDOGAN, BI TOPÊN TE EM QIR NABIN’!

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9‘ê Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bitaybet Bajarên Serêkaniyê û Girê Spî êrişên hovanê pêk anîn. Di van êrîşan de çekên qedexekirî li ser sivîlan hatin bikaranîn. Bi van êrîşan bihezaran sivîl neçarî koçberiyê bûn, bisedan zarok jin û kesên bê guneh qetil kirin. Heya niha tevî agirbesta demkî ku hatibû ragihanin jî êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê nehatine rawestandin.

Hêjayî gotinê ye ku girêdayî van êrîşan Mamosteya binavê Diyana Îskan a ji  Gundê Sîha yê girêdayî navçeya Tirbesipiyê ji radiyoya me re axivî û bi van gotinan ev êrîşên hovane şermezar kirin: “Ez di serî de êrîşê Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bitaybet li Serêkaniyê û Girê Spî bitundî şermezar dikim. Ez ji Erdoganê xwînmij û hevkarên wî re dibêjim bese ji hovîtî, komkujî, koçberî û talanên we re.”

Diyana bi gotina Erdoganê faşîst dixwaze piratîka xwe ya Efrînê cardin dubare bike dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan ne tenê dijminê Gelê Kurd e, dijminê giştî mirovahiyê ye. Erdogan dixwaze sînaryoya Efrînê careke din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bike, lê bila baş zanibe ku em tu carî bitopên wan qir nabin. Banga min ji dewletên cîhanê re heye ku destwerdanê bikin û êrîşên Erdogan rawestînin.”

Delal Cemîl

Show More
Back to top button