‘Bi îradeya gelê berxwedêr wê tecrîd were şikandin’

 

Parêzerên Rêberê Abdullah Ocalan ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê didin, Ji 7’ê Tebaxê ve dewleta Tirk nahêle parêzerên Rêber Abdullah Ocalan bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin.

Derbarê vê mijarê Endama Têkiliyên Diplomasî ya kantona Qamişlo Menal Mihemed ji me re axivî û got: ji sala 1998’an de dewleta Tirk ya dagirker bi desteka dewletên navnetewî komployek girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan didin meşandin, armanca yekemîn ji vê komployê sekinandina avakirina projeya netewa demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, ji ber ku ev piroje li dijî berjewendiyên dewletên navnetewî ye.

Menal bi bîr xist ku ji 2011’an ve tecrîdek girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan tê ferz kirin û got: dewleta Tirk ya dagirker nahêle ne malbat û ne parêzer hevdîtinê bi Rêber APO re bikin, ev yek jî li dijî mafê mirovan e, Tecrîd ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve tê ferzkirin lê belê gelek dewlet destê wan di tecrîdê de heye ji ber ku dizanin ku çareseriya pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn diqewimin fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Her wiha Menalê got: weke ku bi îradeya çalakvanên girava birçîbûnê Leyla Guven û hevalên wê hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk hat, wê bi îradeya gelê berxwedêr ev tecrîd were şikandin û komplo bi dawî bibe û emê bihêjin armanca xwe, armanca me jî ewe azadkirina Rêber Abdullah Ocalan e.

Medya Silêman

Show More
Back to top button