Şêniyên Qamişlo 250 têkoşer bi bîr anîn

Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê îro li goristana şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê salvegera  250 şehîdan ên meha cotmeh, mijdar, kanûn û çile ku di salên cuda de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmekê bi bîr anîn. Bi giştî malbatên şehîdan û bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê di merasîma bîranîna şehîdan de amade bûn.  Di merasîma bîranînê de wêneyên têkoşerên azadiyê ji aliyê malbatan ve hatin hildan.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star Asya Abdullah axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Ev rojên ku îro em  dijîn, hemû ked û berxwedana têkoşeran e.  Êrîşên ku hatin ser vê axê, bi saya van lehengan bersiva wan hat dayîn. Şervana tevgera azadiyê herdem bê navber li hember faşîzmê şer kiriye , ji bo parastina xaka xwe. Em soza li ser şopa şehîdan û mezinkirina berxwedanê didin.”
Merasîm bi dilsoziya têkoşeran bi dawî bû.
Show More
Back to top button