Kongreya Star: Leyla kesayeta dîroka şoreşa jinê bû

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî Endama Rêveberiya Komalen Jinên Kurdistanê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) ku di hezîrana 2020’an de li herêmên parastina yên medyayê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anîn.

Daxuyanî wiha ye: “Ji pêşengên şoreşa Kurdistanê û şoreşa jinê Leyla Agirî di encama êrîşên hewayî de gihiştiye şehadetê. Ji bo me jinan wateya şehadeta, Endama Rêveberiya KJK’ê Leyla Agirî wek peymanekê ku wê jin li cîhanê, wek sondekê ku kurd wê li Rojhilata Navîn azad be.

Ji bo rastiya şehadeta jinên şoreşger bê fêm kirin divê şoreşa jinê ya ku wek kulîlka sor di nava şoreşa Kurdistanê de vebû baş bê zanîn. Jinan xwebûna xwe bi şoreşek pêk anî û tekoşîn, ked, kesayet, hezkirin, berxwedan, rih û hişmendiyek jiyan kir. Meşa rêheval Leyla Agirî jiyan û kesayeta dîroka şoreşa jinê bû. Gotina Rêber Apo ya ‘Jin azad nebe civak azad nabe’ meşa Leyla Agirî pênase dike. Metingeriya yekemîn li Rojhilata Navîn li ser netewa jin avabû.

Ji ber jin her di qadên herî pêş de yên pêşengtiya civakê de bû. Çîna yekemîn a bindestiyê li cîhanê jin bû, jiyana mirovahiyê ya li bin ketxweriyê bû, xwestin jinê bi vê yekê bixin. Koletiya zayendî li ser jinê mêrê serdest dida ferzkirin, pêre jiyan hat kuştin. Bi xeta jina azad re şoreşa Kurdistanê û şoreşa jin li ser hîmên rast ava bû û ji hemû jinên cîhanê re diyar bû. Rêber Apo baweriya jinê, daxwazên wê û tevlîbûna wê yê rihê şoreşgertiyê mîna şoreşekê demokratîk destnîşan dikir. Em dikarin bi gotinê Rêber Apo re mezin jiyan bikin û têkoşîneke bê hempa bidin meşandin. Şoreşa Rojava di kesayeta jinên têkoşer mîna Leyla watedar dibe û dibe mînak ji jinên ku dixwazin doza azadiyê biparêzin. Jinên kurd bi vê dîroka ku bedelên giran biha di ber de hate dayîn bûn xwedî artêş, hebûn û nasname.

Leyla bi ruhê jina têkoşer jiyan dikir

Jinên kurd bi têkoşîneke mezin dîrokek bi dest xistin û serfiraziya şoreşê di dilê her jinekî de pêk anî. Leyla Agirî di qada leşkerî de fermandar bû û artêş bi rêve dibir. Di qada Jineolojî de birdoziyek ava kir. Di qada civakî de hevjiyana azad înşa kir. Jineke bi rêxistinkirî, hezkirina hevaltiyê, têkoşîn û ked di hundirê xwe de da çêkirin. Bi ruhê jina têkoşer jiyan dikir û nîşana wê di hemû êniyên şeran de serkeftin bû. Me ew di nava şoreşa jinê de nas kir. Hêza ku me jê girt hezkirina me ji şoreşê re mestir dikir. Jiyan û hevaltiya wê mîna welatekî wer bi xwe bû. Bi şehadeta wê jî em ser firazin, ji ber fikir, raman û kesayeta wê di nava dil û mêjiya me de bijî.

Di şoreşa Kurdistanê de zanistê pir tişt şîrove kirine, lê bi baweriya bi heqîqetê her tiştî radixe ber çavan. Rêhevala Leyla Agirî baweriya heqîqeta şoreşa Kurdistanê bû. Bi rihê Leyla Agirî em ê şoreşa xwe bidomînin û ji hemû dijminên ku dixwazin jinan tune bikin bibin bersiv. Li ser vê bingehî em rêhevala Leyla bi bîr tînin û soza xwe ya jiyana azad û welatekî azad nû dikin.”

 

Show More
Back to top button