Bi boneya 25’ê Mijdarê Şêniyên navçeya Tirbespiyê daketin qadan

Bi boneya rasthatina roja 25’ê Mijdarê roja tekoşîna li dijî tundya li ser jin bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê daketin qadan û meşek li dar xistin.

Meş ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê kir, meşvanan al û sembolên Kongra Star û wêneyên şehîdan hildan û siloganên ‘Bi rihê Sakîna û Avesta emê tekoşînê bilin bikin û faşîzmê têk bibe’, ‘bijî berxwedana jinan’ berzkirin û li pêşiya navenda Ciwanên şoreşger veguherî mêtîng.

Mêtîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir paşê li ser navê Kongra Star Kilara Edessa axivî û got: hemû qanûnên navdewletî îsbat dikin ku tundiya li ser jinan binpêkirina mafên mirovan e lê tevî wê jî li hemû cîhanê jin têne qetilkirin, tecawiz kirin û rastî şîdetê tên, zihniyeta desthilat dar hemû cîhan kirye bin serweya xwe, jin jî ji mafê wê bê par hiştin e.

Her wiha Kilara detnîşan kir ku hemû destkeftiyên ku bi îradeya jinan hatine bidestxistin bersiva herî tund ji bo dijminên jinan e da ku ji wan re were îsbat kirin ku jin dikara aştîyê belav bike û hemû sînoran li pêşiya xwe rake.

Mêtîng bi dirûşmeyên silav kirina tekoşîna jinan bi dawî bû.

Show More
Back to top button