Kongreya Star: Em ê têkoşînê li dijî dagirkeriyê mezin bikin

Dewleta tirk û hevkarên wê di 20’ê Çileya 2018’an de bi 72 balafirên şer êrîşî Herêma Efrînê kirin. Bi munasebeta salvegera sêyemîn a êrîşên li ser Efrînê, Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku weke Rêxistina Kongreya Star soz didin ku ew ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin da ku Efrîn, Serêkanî û Girê Spîyê rizgar bikin.
Daxuyanî wiha ye:
“Li dijî êrişên li ser Herêma Efrînê gelê wê berxwedanek bêhempa nîşan da. Li hember hemû tank, top û balafirên dagirkeriya dewleta tirk li ber xwe da. Ew berxwedana efsanewî ji gundên li ber sînor dest pê kir, heta gihîşt nava bajêr û 58 rojan dewam kir. Destanên qehremanî, dîrok nivîsandin û mînaka wê jî jinên leheng ên mîna Avesta Xabûr û Barîn Kobanê bûn. Dewleta tirk bêyî bikaranîna çekên giran û balafirên şer nedikarî Efrîn dagir bikira. Bi êrîşên xwe yên hewayî û bejahî Efrîn dorpeç kirin. Bi hezaran çeteyên cîhadî bi navê Artêşa Azad şandin Efrînê. Li pêş çavê tevahî hêzên navneteweyî ev hovîtî hate kirin. Di vî şerê berjewendiyên dewletan de derket holê gelek îtîfaq û peyman ji bo parçekirina hin deverên ji axa Sûriyeyê hatin çêkirin. Şêniyên Sûriyeyê êşên mezin jiyan.
Şêniyên Efrînê ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê rastî koçberiyê hatin. Hemû cureyên êrîşan mîna dizî, desteserkirin, xwînrijandin, kiryarên şer, hilweşandina şûnwarên dîrokî, birîna darên zeytûn û cureyên wê, guhertina demografiyê pêk hatin. Her wiha zimanê kurdî hate qedexekirin û zimanê tirkî hate ferzkirin. Beriya ku Efrîn were dagirkirin herî zêde aramî û ewlehî li wê derê hebû. Hemû koçberên ku ji warên cuda dihatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekser berê xwe didan herêma Efrînê, ji ber li Efrînê aramî û wekhevî hebû. Efrîn bi çand û jiyana hevbeş navdar bû.
Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tekane rêya çareseriyê bû ku li Sûriyeyê dawî li nijadperestî, olperestî û mezhebtiyê bîne. Ji ber vê yekê dewleta tirk û çeteyên wê bi hemû rê û rêbazên dagirkeriyê ji bo dawî li vê projeyê bîne êrîş kir. Projeya me li ser pergalên desthilatdar û diktator xeteriyek mezin e. Piştî têkbirina DAIŞ’ê ya ji aliyê şervanên QSD’ê ve, dewleta tirk rûyê xwe yê veşartî eşkere kir û dixwaze bi êrîşên xwe yên hovane şoreşa me tune bike. Dewleta tirk bi van kiryaran jî têr nebû, ji bo armanca xwe ya têkbirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi cih bîne, êrîşî heremên mîna Girê Spî, Serêkanî û niha jî êrîşî navçeya Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa û Kantona Şehbayê dike. Ev êrîşana li ber çavê hemû cîhanê, saziyên hiqûqî û mafê mirovan pêk hat. Her wiha ev hêzana van êrîşan temaşe kirin. Em van hêzan şermezar dikin.
Li ser vê esasê em banga hêzên navneteweyî û hiqûqî dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabin û dawî li dagirkeriya Efrînê bînin û ewlehiya Efrînê mîsoger bikin. Em weke Rêxistina Kongreya Star soz didin ku em ê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin da ku Efrîn, Serêkanî û Girê Spî rizgar bikin. Destkeftiyên şoreşê biparêzin, projeya netewa demokratîk pêk bînin û xwedî li nirxên şehîdên xwe derkevin.”
Show More
Back to top button