Li Tirbespiyê ji bo zarokan şahî

Bi pêşengtiya peymangeha SI MI ya musikê û bi amedebûna bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê şahiyek ji bo zarokan hat li dar xistin.
Di serî de hin endamên peymangehê li amûrên mûzîkê wek tembûr, keman û gîtar ê dan.


Paşê jî hemû endamên peymangehê ku hejmara wan 16’zarokin li amûrên mûzîkê dan û stran gotin.
Piştî stranan mamosteyê peymangehê Rênas Melkê axivî, Rênas bi xêr hatina haziran kir û di nav axivtinên xwe de bal kişand li ser giringiya mûzîkê di jiyana her kesî de û bi taybet di jiyana zarokan de û got ku ew bi hêviye her kes zarokên xwe fêrî mûzîkê bike.


Di dawiyê de filmek hat pêşkêşkirin.

Show More
Back to top button