2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi dawî bû

Duyemîn Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê bi dirûşmeya “Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pir reng û demokratîk ve” di roja sêyemîn de bi avakirina Meclîsa Koordînasyona Giştî ya Ciwanên Rojhilata Navîn û encamnameyê bi dawî bû.

Di konferansê de Meclîsa Koordînasyona Giştî ya Ciwanên Rojhilata Navîn hate avakirin û 40 endamên wê  hatin hilbijartin.

Konferans bi xwendina encamnaeyê bi zimanê Kurdî û Erebî bi dawî bû.

Show More
Back to top button