2’mîn Konfransa Hêzên Parastina Civakî dest pêkir
2’mîn Konfransa Hêzên Parastina Civakî (HPC) ku li ser asta Kantona Cizîrê tê lidarxistin, bi beşdariya 225 delegesyonan li Navende Çand û huner ye Aram Tîgran li bajarokê Rimêlan ê girêdayî Girkê Legê, konfrans destpê kir.
Di konfransê de Endama Meclîsa Damezarêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza El-Yûsiv, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziyên Civaka Sivîl, YPG/YPJ’ê û Hêzên Asayîşê, amade bûn.
Di destpêkê de ji bo bîranîna hemû cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endema Kordînasiyona TEV-DEM Foza El-Yûsiv û Rêvebere Kongire Star ye Kantone Qameşlo Eyhan Mûrad axivin: di axivtina de giringiye parestinê hat nirxandin û berxwedana Leyle Gûven û berxwedana zîndanan hat bi bîr xistin û soza rizgarkirina Efrîn hat dayin.
Konferans bi nîqaşan didome……