Dexweza Leyla Gûven daxweza me ye

Jinên ku tevlî Konferansa Dûyemîn ya Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya ku li bajarokê Rimêlan hatibû li darxitin, bûn. Gotin ku ew aşiqê azadiyê ne, ji ber wê azadiya birêz Ocalan dixwazin. Her wiha destnîşan kirin ku ew destekê didin çalakiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û girtiyên zîndanan ku di greva birçîbûnê de ne.
Jina bi navê Medîne Xalid ya ji Dêrikê ji Radyoya me ra axifî û wiha got: Tirkiye Rêber APO dîl girtiye û bi dîlgirtina Rêber APO re hemû mafê mirovahiyê binpêk dike. Tecrîda li ser Rêbertî her ku diçe girantir dibe, ne parêzer, ne malbat nikarin biçin hevdîtinê pêkbînin. Em Dewleta Tirk şermezar dikin.
Medîne wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em piştgiriya Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû girtiyên di zîndanan de dikin. Em bê deng namînin, emê çelakiyên xwe dewam bikin.
Her wiha Jina bi navê Salîhe Mestifa ku ew jî tevlî konfrensê bibû ji Radyoya me re axivî û wiha got: ji bo rakirina tecrîda li ser Serokê me, em bang li hemû saziyên mafên mirovan li cîhanê dikin ku bi erka xwe rabin û tecrîdê bi dawî bikin.
Salîhe wiha domand: Emê çelakiyên xwe bilintir bikin û em silavên xwe ji jina berxwedêr Leyla Guven re dişînin. Daxweza Leyla Guven daxwaza me ye.

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button