“Bi saya keda Şehîdan DAIŞ têk çû”

Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê “Şerê Tunekirina Terorê” de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekiyên Parsitina Jin(YPJ) çeteyên DAIŞ`ê têk birin.

Têkildarî mijarê jinên ku tevlî Konferensa Dûyemîn ye Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya ku li navçeya Rimêlan hatibû li darxistin, bûn. Nêrînên  xwe di vê mijarê de ji Nûçegihana Star FM re parve kirin û wiha gotin: ‘Bi saya YPG/YPJ û QSD’ê em li herêmên xwe di nava  ewlehî û aramiyê de dijîn’.

Jina bi navê Wetha Hisên ya ji Kantona Qamişlo wiha axivî: “Ez vê serkeftinê li hemû şervanên ku canê xwe ji bo xaka xwe feda kirin e, pîroz dikim”. Em bi saye YPG/YPJ û QSD’ê bi ewle jiyan dikin, emê li ser şopa şehîde bimeşin heye em Efrînê jî weke Dêrazorê rizgar bikin.

Her wiha Jina bi navê Şehriban Alî jî axivî û wiha got: “Hêzên me soza têkbirina terorê dabûne şehîdan, soza xwe bi cih tînin. Divê Erdogan bizane ku çeteyên wî têkçûn û planên wan li herêmên me vala der ketin”. Çeteyên DAIŞ’ê ku di cîhanê de tirs dabûn avakirin, bi saya Şehîdan em ji wan û ji tirsa wan xilas bûn.

 

Lîlav HESEN

Show More
Back to top button