Bi boneya têkbirina DAIŞ’ê di baxozê de, Îro Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina jin (YPJ) şahiyek li Hola Werzîşê ya li taxa Giwêran a bajarê Hesekê li darxist.
Di şahiyê de bi sedan şêniyên herêmê, fermandar û şervanên YPJ’ê amade bûn, cîhê şahiyê bi alên YPJ/YPG’ê û bi wêneyên şervanên jin û yên Abdullah Ocalan hatibû xemlandin.
Şahî bi toraneke leşkerî ji hêla şervanên YPJ’ê ve dest pê kir. Piştre daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.
Piştî wê axiftin hatin kirin, li ser navê malbatên Şehîdan Welîda Botî, li ser navê hukmeta Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrivan Xalid, li ser navê TEV-DEM Fewza Yûzif, koordinsyona mclisa jina surî Lîna Berekat û li ser navê kongira Star
Daliya Henan axifîn.
Di axiftinan de têkbirina çeteyên DAIŞ’ê a hate pîroz kirin û diyar kirin ku hêza parestina jin (YPJ) tekoşînekî dîrokî û bê hempa da meşandin, di pêşengtiya YPJ’ê de hêz û îradeya jinê isbat bû.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
