Bi têkçûna DAIŞ’ê Xeyalên şehîdan pêk hatin

Derbarê rizgarkirina Baxozê ya ji çeteyê DAIŞ’ê, Dayika Şehîd Mihemed Xêr, Rifa Murad hestên xwe wiha parve kir û got: Îro bi têkbirina DAIŞ’ê re xeyalên zarokên me pêk hatin.

Dayika Rifa wiha gotinên xwe berdewam kir: Çeteyên DAÎŞ’ê ku xeteriya wê li ser tavahiya cîhanê hebû bi pêşengtiya YPJ/YPG û QSD’ê de li Baxozê têk çûn. Ez vê serkeftina mezin li hemû malbatê Şehîdan pîroz dikim, ked û xwîna zarokên me vala derneket û xwenên wan pêk hatin.

Rifayê di dewama axavtina xwede wiha got: Em îro bi saya xwîna zarokên xwe serbilindin. Cawa şervanê me Baxoz ji DAIŞ`ê rizgar kirin, wê Efrînê jî ji dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bikin, QSD’ê soza xwe anî cih û cîhan ji zilm û metirsiya DAIŞ’ ê xilas kir.

Rifa Murad wiha bi dawî kir: Em soza şopandina riya şehîdan didin, Em ê rêgeza Netewiya Demokratîk bi cîh bînin.

Delal CEMÎL

Show More
Back to top button