‘Em Şagirtên te ne Leyla’

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 141’an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25’ê Çileyê de ji girtîgehê hat berdan çalakiya xwe li mala xwe berdewam dike.

Têkildarî mijarê jina bi navê Emel Elyas a ji navçeya Tirbasipiyê wiha ji nûçegihana Star FM re axivî: Em şagirtê te ne Leyla, Ez berxwedana Leyla pîroz dikim, mînaka jinên cîhanê Leyla Guven.

Emel wiha axeftinên xwe berdewam kir: Jina ku li duniyayê deng vede bi berxwedan, îrade û vîna xwe ya xurt, Em şopdarên riya Leylayê ne heya em tecirîda li ser Rêberê xwe bişkînin, daxwazên Leyla daxwazên hemî jinan e.

Emel Elyas axeftinên xwe wiha bi dawî kir: banga min ji hemî jinan re heye ku rabin ser piyan, heya em tecirîdê bi dawî bikin û bi Rêberê xwe re azad bijîn.

Show More
Back to top button