“Emê bi rihê berxwedana Leyla Guven Efrînê rizgar bikin”

Sala 2018`an piştî berxwedana 58 rojan li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê û ji bo parastina sivîlan, da ku komkujî li dijî wan pêk neyên, şêniyên Efrînê biryar dan ku ber bi kantona Şehbayê ve biçin û qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê berdewam bikin.

Derbarê mijarê de jinên navçeya Tirbespiyê nêrînên xwe ji Radyoya me re anîn ziman û gotin Efrîn herêma herî bi ewle bû, lê niha ji ber çeteyên dagirker Efrîn bûye herêma herî wêran kirî.

Jina bi navê Amed Remedan axivî û got: Dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû çekên giran êrîş birin ser Efrînê, Di encamê de bi sedan kes hatin qetilkirin, Bi hezaran şênî neçar man ku ji warê xwe derbikevin.
Di navê herêmên Sûriyê de, kantona Efrînê herêma herî bi ewle û aram bû. Efrînê pêşwaziya bi hezaran koçberên parêzgehên Sûriyê kir. Îro jî her kes dibîne ku Efrîn ji hemû bajaran zêdetir xerabe û wêran bûye.

Her wiha jina bi navê Bêrîvan Ehmed jî nêrîna xwe wiha anî ziman: Emê bi rihê berxwedana Leyla Guven Efrînê rizgar bikin, em nabêjin ku DAIŞ tune bûye, ji ber ku DAIŞ’ê herî mezin dewleta Tirk e ku niha Efrîn dagir kiriye. Weke ku QSD’ê YPG/YPJ’ê Baxoz rizgar kirin ewê Efrînê jî ji çeteyan rizgar bikin.

Di dawiyê de Bêrîvan berxwedana gelê Efrînê ku li Şehbayê bi cih dibin silav kir.

Medya SILÊMAN

Show More
Back to top button