Xwandekarên Tirbespiyê: “Em dixwezin Azad bijîn”

Li dijî êrîşên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran Mamoste û Xwendekarên bajarê Tirbespiyê daketin qadan û meşek li darxistin.

Meş li ber deriyê dibistana şehîd Hesan dest pêkir û li kolanên sereke yên bajêr  geriyan. Meşvanan wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, wêneyên zarokên Serêkaniyê û Girê Spî yên ku bûn hedefa êrîşê dewleta Tirk hilgirtin, di heman demê de pankertên bi nivîsên “Em dixwezin Azad bijîn”, “Na ji kûştina zarokan re” bilind kirin.

Meş li qada Azedî  veguherî mîtîng. Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuaynî ji aliyê Xwendekara bi navê Dilvîn Silêman ve hate xwendin di daxuayanîyê de wiha hat gotin:

Li ser navê xwendekarên bajarê Tirbespiyê, em kiryarên dewlete Tirk û bêdengiya cîhanî şermezar dikin. Dewleta tirk di êrîşên xwe de zarokan bi kîmyawî dikuje û zarokan ji mafê wan yê xwendinê û lîstikê dûr dixe, lê tevî van kiryaran Cîhan çavê xwe li hemberî van kiryaran digire.

Em wek xwendekarên bajarê Tirbespiyê bang li mafê mirovan dikin ku êrîşên dewleta Tirk rawistîne û mafê zarokan bi parêzin.

Mîtîng bi sloganên”Bijî Berxwedana ROJAVA, Bimre qatil Erdogan”bi dawî bû.

Show More
Back to top button