Şêniyên Tirbespiyê li dijî dagirkerya Tirkê daketin qadan

Ji 9’ê Cotmehê ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî hovane didomin, li dij van êrîşan û ji bo xwedî derketin û piştgiriya şervanan YPG/YPJ û QSD’ê her roj gel li qadane.

Îro jî gelê navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê bi pêşengiya Kongra Star bi meşekê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojihlatê Sûriyê şermezar kirin, her wiha bi buneya salvegera şehabeta şehîd Bêrîta, şehîd Bêrîtan bi bîr anîn.

Meş li ber navenda Kongra Star dest pêkir, meşvanan wêneyên zarokên ku hatine kuştin, wêneyên şehîdan, wêneyên şehîd Bêrîtan û alên Kongra Star hildan, her wiha meşvanan sloganên silavkirina berxwedana rûmetê berzandin.

Meş li çerxerya şehîd Nejbîr veguherî mêtîng, di despêka mêtîngê de zarokên dibistanan şanoyek li ser qetilkirina sivîlan pêşkêş kirin paşê gel deqeyek rêz li ser canê şehîdan rawestiyan. Li ser navê Kongra Star Ruken Ehmed axivî Roken êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar, her wiha Ruken berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ silav kir û diyar kir ku bi berxwedanê serkeftin misoger e, di dawiyê da jî bang li netewên yekbûyî kir ku bi arka xwe rabdin.

Meş bi sloganên silvkirina berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

Show More
Back to top button