Bi hezaran şêniyên Qamişloyê 3 lehengên berxwedana rûmetê oxir kirin

Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 3 têkoşerên azadiyê yên ku jiyana xwe ji dest dabûn îro ji aliyê bi hezaran şêniyên bajarê Qamişloyê ve li Goristana şehîd Delîl Saroxan hatin oxirkirin.
Cenazeyê şervanan dayikan hilgirtin û bi tîliliyên dayikan ber bi goristanê ve hat meşandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin.
Li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan Hêvî Seyid, Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebd-El Kerîm Saroxan, axavtvanan ser saxî ji malbatên şehîdan re xwestin bal kişandin li ser lehengiya qehremanên ku ji bo azadiya gelan parastina axa xwe dikin.

Piştî axaftinan bawernameyên pakrewanan li malbatên wan hatin belavkirin û cenazeyên wan sipartin axa pîroz.

Show More
Back to top button