Welîde Ibrahîm: ‘Erdogan bi êrîşên xwe dixwaze çeteyên DAIŞ’ê cardin zindî bike’

Dewleta Tirk a dagirker ku têkbirina çeteyên DAIŞ’ê hîn hezim nekiriye ji lewra bi êrîşên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwaze cardin wan zindî bike. Çawa ku Erdoganê xwînmij bi van êrîşên xwe yên hovane gelê herêmê neçarî koçberiyê kir û li şûna gelê herêmê çeteyên xwe bi cîh dike, niha jî bi pîlan û êrîşên xwe yên hovane cardin dixwaze çeteyên xwe yên DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike. Di derbarê vê mijarê de Rêveberiya Kongira Star a Kantona Qamişlo Welîde Ibrahîm nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Rêveberiya Kongira Star a Kantona Qamişlo Welîde Ibrahîm bi gotina Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze tola çeteyên xwe DAIŞ’ê rabike dest bi axaftina xwe kir: “Piştî şervanên me yên QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê têk birin Dewleta Tirk dest bi êrîşê xwe li ser herêmê me kir. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan tola çeteyên xwe DAIŞ’ê hilîne û dixwaze cardin wan zindî bike.”

Bi hedef girtina Erdogan ji sivîlan re Welîde Ibrahîm wiha dirêjahî li axaftinên xwe anî: “Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî sivîlan dike, dixwaze Gelê Kurd tune bike. Erdogan û çeteyê xwe ne tenê êrîşî şervanê QSD’ê dike, çawa sivîlan dike hedef tu ferq û cudahiyê naxe di navbera ol, netew û baweriyan de.”

Welîda Ibrahîm bi bangewaziya yekîtî û hevgirtinê gotinên xwe bi dawî kirin: “Pêwîste Gelê Kurd mil bi mil bi hev re bin ta ku em pîlanên Dewleta Tirk yên qirêj vala derxin. Emê berxwedana xwe bidomînin heta em mafê xwe bi dest bixin û jiyanek azad di welatek azad bijîn.”

Show More
Back to top button