‘Bombeyên fosforê, bi pereyên te tên kirîn’

Sazî û dezgehên sivîl li bajarê Dêrikê  hemleyek ji bo boykotkirina kel û pelên dewleta tirk bi dirûşma “Kel û pelên dewleta tirk boykot bikin” dest pê kir. Her wiha belavok li hemû dikandar û şêniyên bajêr  hatin belavkirin.
Bi armanca boykotkirina kel û pelên dewleta tirk sazî û dezgehên sivîl li bajarê Dêrîkê yê girêdayî Kantona Qamişloyê dest bi boykotê kirin. Li ser navê Rêveberiya aborî Wefa Elî axivî û got: “Îro em dest bi hemleyekê ji bo boykotkirina kel û pelên dewleta tirk dikin, bi hêvî ne ku tu kes berhemên dewleta tirk nekire,  ji ber ku bombeyên fosforê bi pereyên me tên kirîn û me jî qetil dikin.”
Paşê Saziyî û dezgehên sivîl daketin nava bajar û bi dirûşma “Kel û pelên dewleta tirk boykot bikin” belovak li şêniyên bajarê Dêrikê û dikandaran belav kirin.
Dê hemle bi çalakiyên cur bi cur berdewam bike.
Show More
Back to top button