Kongreya Star: Çalakiyên 25’ê mijdarê em diyarî Dayê Eqîde, Hevrîn û Amara dikin

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Jinê, îsal diyarî Hevrîn Xelef, dayê Eqîde û Amara Rênas kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:” Em wek Kongreya Star çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a ku di navbera dîrokên 25’ê Mijdar û 10’ê Kanûnê de pêk werin, em diyarî Dayê Aqîde, Hevrîn Xelef û Amaraya YPJ’yî dikin.”
Daxuyanî wiha ye:
“Di sala 1960’an de li Komara Domînikê ew hêza mêrên ku bûne sîstem, ji aliyê dîktator Trujillo ve her sê Xwişkên Mirabel hatin qetilkirin. Wê dîktatoriyê her sê Xwişkên Mîrabel wek dijminên xwe îlan kirin û ew bi komployekê qetil kirin. Ev berxwedana wan û mirina wan li hemberî dîktatoriya faşîst, têkoşîn mezintir kir. Piştî mirina wan bi şeş mehan, hêza birêxistinkirî ya gel, dawiya wê dîktatoriyê anî.  Xwişkên Mîrabel di roja me ya îro de jî ji bo hemû jinên cîhanê bûne çavkaniya hêviya herî mezin ku ew dîktatorî û faşîzma şîdeta mêrên serdest, em ê bi hêza jinên birêxistinkirî têk bibin.
‘Jin û zarok rastî gelek tundiyên piralî hatine’
Îro herêma me di nava hêzên hegemon ên navneteweyî de bûye meydana şer. Di vî şerê meydanî de şêwazên herî giran û wehşîyane yên şîdetê li dijî jinan tê bikaranîn. Dewleta tirk, şerê qirkirin û dagirkirinê ku di 9’ê Cotmehê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin; ji bikaranîna çekên kîmyewî yên cuda yên hatine qedexekirin bigirin heya îşkenceyan, tecawiz û êrîşên birêxistinkirî, ji koçberkirina bi darê zorê heya qetlîaman, jin û zarok rastî gelek şîdetên piralî hatine. Qirkirineke çandî, demografîk, aborî, civakî, siyasî û ekolojîk a herî mezin îro li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Di şexsê faşîzma dîktatoriya Erdogan û çeteyên wî de şîdeta sîstema mêrên serdest ên birêxistinkirî tê îfadekirin.
‘Jin li Rojava bi hêza birêxistinkirî li ber xwe dide’
Ev şîdet ji bo teslîmgirtina şoreşa jinên Rojava wek amûrekê her tim tê bikaranîn. Jinên li hemberî êrîşên dijwar ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêza birêxistinkirî jin li ber xwe dide. Jinên ku li her deverê li ber xwe didin pêşengiya avakirina civaka azad û demokratîk dikin.
‘Hevrîn Xelef yek ji pêşengên siyasî yên şoreşa jinan bû’
Di 12’ê Cotmeha 2019’an de, sekretera giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef tevî 8 hevalên xwe hate înfazkirin û îşkence li cenazeyên wan kirin. Hevrîn Xelef yek ji  pêşengên siyasî yên şoreşa jinan bû ku li bajarê Reqayê ya ku DAIŞ’ê dixwest bike paytexta xwe, ji bo yekitiya gelan û ji bo aştiyeke birûmet têdikoşiya. Di şexsê Hevrîn Xelef de sîstema hevserokatiyê ku modela siyaset û jiyana nû îfade dike, hatiye hedefgirtin. Di 14’ê Cotmehê de dayê Aqîde jî wek endama Meclisa Edaletê ya Jinan li hemberî hêzên dagirker ji bo axa xwe biparêze wek mertalên zindî ji bo Serêkaniyê kete rê. Di kerwanê ku ji aliye teyareyên dewleta tirk ve hate bombekirin de jiyana xwe ji dest da. Di şexsê wê de jinên ku hezkirin û girêdana wan bi axê re hebû, hatin hedefgirtin.
‘Çete li hember cesareta jinan têk çûne’
YPJ, li dijî van êrîşan li hemberî faşîzma dewleta tirk û çeteyên wê şer dike û diparêze. Di 21’ê Cotmehê de şervana YPJ’ê Amara, şopdara bi hezaran hevrêyên xwe bû ku  gelek caran DAIŞ têk birine. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi faşîzma AKP-Erdogan re bûne yek, dema ku têkoşîn dikir, jiyana xwe ji dest da. Ew çeteyên ku li hemberî cesareta jinan têk çûne, li ser bedena wê ya bêrih îşkence kirin. Ev êrîşa ku li ser şexsê wê hatiye kirin, êrîşa li hemberî hêza parastina cewherî ya jinên birêxistinkirî bû. Amaraya YPJ’ê, Hevrîn Xelef, Dayê Aqîde li hemberî şîdeta mêrên serdest û desthilatdar bûne sembolên nû yên têkoşînê.
‘Çalakiya 25’ê mijdarê diyarî Dayê Eqide, Hevrîn û Amara dikin’
Li ser vî esasî, em wek Kongreya Star çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a ku di navbera dîrokên 25’ê Mijdar û 10’ê Kanûnê de pêk werin, em diyarî Dayê Aqîde, Hevrîn Xelef û Amaraya YPJ’ê dikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku serdestiya Erdogan û hemû dîktatoran têk biçe, bi bîranîna wan her sê jinên wêrek ên ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Xwişkên Mîrabal nû ve kirin de têkoşînê mezin bikin. Em bang  li rêxistinên jinên têkoşer ên wateya 25’ê Mijdarê ya rast didin qezenckirin, tevgerên femînîst û tevahî jinên azadîxwaz, akademîsyen û hunermendên ku ji 9’ê Cotmehê ve li hemû deverên cîhanê bi me re di nav têkoşînê de bûn, dikin da ku meydanên çalakiyên 25’ê Mijdarê yên îsal bi rengên van her sê jinên lêheng bixemilînin. Em hemû jinên têkoşer û aşiqê azadiyê bi rihê berxwedêr ên Xwişkên Mîrabal û şehîd Hevrîn, şehîd Amara û şehît Dayê Aqîde ve bi rêzdarî silav dikin.”
Show More
Back to top button