Navenda Kar û Barên Rêxistinên Mirovahiyê daxuyanî da

Di encamê êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, gelek mirov ji cih û warên xwe koç bûn  û niha jî bi zehmetiyên jiyanê re rû bi rû dimînin.

Derbarê mijarê de navenda kar û barên rêxistinên mirovahî  ya bajarê Qamişloyê li navneda têkiliyên derve ji bo şîrovekirina xeterên vê rewşê û encamên xerab yên ku gihaştine sivîlan, daxuyaniyeke çapemeniyê  da.

Daxuyanî wiya ye

“Ji dema ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê dest pê kiriye, zêdetirî  478 sivîlî jiyana xwe ji dest dane û 1070 jî birîndar in. Di nava vê pêvajoyê de gelek navên weke dibistanên zarokan veguherîne cihên hewandina koçberan û zarok ji xwendina xwe pê par mane. Ji serî sedî 40 navendên xizmetkariyê  derketine ji xizmetê, ev rewş metirsiyeke mezin li ser giyan û jiyana welatiyan bi xwe re anî. Di vê derbarê de hinek raporên navneteweyî derketibûn li ser vê rewşê , lê naveroka wan dûrî tiştên ku li ser erdê diqewimin. Tu alî xizmetê pêşkêş nakin, ji bilî Rêveberiye Xweser û çend saziyên herêmî hene alîkariya koçberan dikin. Dewleta tirk li şûna malên welatiyan kesên ji deverên cuda li Serêkaniyê û Girêspî bi cih dike,  ev yek demografiya herêmê dide guhertin. Me her tişt bi belgeyan tespît kiriye, lê  aliyên pêywendîdar  ji rewşa xerab re xwe paşguh kirine. Heta niha tu kes ji şêniyên Serêkaniyê ne vegeriyane bajêr û tiştên ku tên gotin tu rastiya wan tune ye. Bangewaziya me ji bo Netewên Yekbûyî ew e ku komîteya şopandinê çêbikin û rastiya ku li ser erdê heye bişopînin.”

Daxuyanî bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Show More
Back to top button