‘Armanca dagirkeran bi ser neket, îradeya me bi serket’

Di derbarê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û bi taybet hedefkirina jinan de, Rêveberiya Mala Jin a Taxa Xerbî ya Kantona Qamişlo Behiya Murad ji Radyoya me re nirxandin kir û wiha got: jin di şoreşa Rojava de roleke girîng lîst ji ber vê di êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê de armanca sereke jin hate hedefgirtin, berxwedana jin di şoreşa Rojava de ji bo hemû jinên cihanê bo hêvî. Lê belê Dewleta Tirk  ne tenê êrîşî jina ku di çeperan de şer dike kir, jinên Sivîl jî kir hedefa êrîşên xwe mînaka vê yekê jî endama Meclisa Edaletê ya Jinan dayê Aqîde li hemberî hêzên dagirker ji bo axa xwe biparêze wek mertalên zindî ji bo Serêkaniyê kete rê. Di kerwanê ku ji aliye Belafirên dewleta Tirk ve hate bombekirin de jiyana xwe ji dest da. Di şexsê dayê Aqîda de jinên ku girêdana wan bi axê re hebû, hatin hedefgirtin.

Çeteyên Erdogan Li ber çavê Cîhanê bi cenazeyê jinan lîstin lê tu kesî dengê xwe nekir, bi van gotinan Behiyayê axeftinên xwe berdewam kir: bi rêya kemînekê ji hêla çekdarên Ehrar El-Şerqiye ve ku ew beşek ji ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ye ku ji hêla dewleta Tirk ve têne birêvebirin, siyastmedara jin Hevrîn Xelef hate armanckirin. Hevrîn Xelef Hevseroka giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bû, jina Kurd a ku ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û pirreng li tevahiya Sûriyê xebat û têkoşîn dikir. Her wiha Şervana YPJ’ê Amara Rênas ku şopdarê riya hevalên xwe bû û li hember Çeteyê dewleta Tirk şer kir û gelek caran ew Têkbirin, Çeteyên ku li hember Hêza jin têk çûn, li ser bedena wê îşkence kirin. Ev êrîş di şexsê Şehîd Amara de pêk hat.

Behiya Murad wiha gotinên xwe bi dawî kir: Erdogan û hevkarê xwe xwestin di şexsê Şehîd Hevrîn, Aemara û dayê Aqîda de û beriya wan li Efrînê Barîn Kobanê hêz û berxwedana jin bişkînin, lê armanca wan pêk nehat û berxwedana me xurtirbû. wek jin em bang li hemû dewletê navnetewî dikin ku li hember êrîşên dewleta Tirk Sînorekî deynin û Çeteyên ku bi cenazeyê hevalê me ê jin lîstin û li ser malperê xwe hovîtiya xwe belav kirin bên darzandin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button