Desteya çandê çilrojiya şehîd Xalid bi bîr anî

Bi boneya çil rojiya Ş.Xalid Mihemed endamê desteya çandê ya rêvebirya xweser, yê ku di 11′ mijdarê de di encama teqînê de li Qamişlo şehîd ket îro li kantona Qamişlo bi pêşengtiya desteya çandê di bin diruşmeya ” silav ji bo giyanê şehîd Xalid” pêşengehek wêneyan bi tevlîbûna 60 wênekêşî li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo li dar xist, tabloyên ku hatine xêzkirin li ser bûyera teqîna û şehîd Xalid Mihemed hatine xêzkirin.

Vekirina pêşengehê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê axavtin hatin kirin li ser navê desteya çandê cîgera desteya çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen axivî, sersaxî ji malbata şehîd Xalid û hemû malbatên şehîdan re xwest û got: şehîd Xalid heval û bira bû, şehadeta wî xemgîniyek mezin di dilê me de çêkir, heya dawiyê em li pey şopa şehîd Xalid bin.

Li ser navê malbata şehîd Xalid bavê wî Mehmûd Mihemed axivî û got: ez xalid di ruyê her kesekî li vir hazir de dibînim, ez wî di her wêneyeke ku hatiye xêzxkirin de dibînim.
Paşê sivîziyonek ku li ser jiyana şehîd Xalid hatibû amadekirin hat pêşandan.

Bi navê desteya çandê Cîgera desteya çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen û Cîgera desteya Tev çandê ya herêma Cizîrê Reda Hesen xelatên serkeftinê radestî malbata şehîd Xalid kirin.

Di dawiyê halbestek bi zimanê erebî ji aliyê helbestvan Newres Mihemed ve diyarî giyanê şehîd Xalid hat kirin.

Show More
Back to top button