‘Zîndan nikara me ji fikir û felsefa Rêber APO dûr bike’

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocelan ferz kiriye, Heta niha parêzeran ji bo hevdîtinê bi sedan caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane. serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinên Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve tên red kirin. Parêzerên Rêber Abdullah Ocelan herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêkanîn.

Di vê derbarê de Endama Mala Jin a taxa xerbî ya Kantona Qamişlo Nîzam Xelîl axivî û wiha got: Dewletên kompiloker ku destek dan dewleta Tirk û di 9’ê Cotmeha 1998’an de kompilok dan dest pêkirin û Rêber APO kirin nava Çar dîwaran de, armanca wan ji vê kompiloyê ku di şexsê Rêber APO de nasnama gelê kurd tune bikin. Ez tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO hatiya ferz kirin Şermezar dikim, birêz Ocelan ne Serokê gelê kurd tenê ye, Serokê tevahî gelên blindest e.

Zîndan nikara me ji fikir û felsefa Rêber APO dûr bike bi van gotinan Nîzam Xelîl axeftina xwe berdewam kir û got: di duniyayê de mafê herkesekî girtî heye ku bi Malbat û Parêzerên xwe re hevdîtinê bike lê tirsa dewleta Tirk ji felsefa Rêber APO tecrîdek wiha giran li ser ferz kiriye û nahêle tu kes pêre hevdîtinan bike. Fikirê Rêber Ocelan riya çareseriyê ye, bi taybet ji jinan re.

Nîzam Xelîl wiha dawî li gotinên xwe anî: ez bang li jinên duniyayê dikim ku her dem li kolanan bin û li ser piyanbin heta em Rêberê xwe ji zîndanê derxînin, emê li ser şopa Rêber APO bimeşin û tu caran ji vê riyê venagerin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button