‘Em Dagirkeriyê qebûl nakin’

Dewleta Tirk ji 19`ê Tebaxê ve dest bi siyaseta girtin û qirkirina gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê kiriye, şaredariyên her sê bajarên mezin Amed, Mêrdîn û Wanê desteser kiriye.

Derbarê dagirkeriya Dewleta Tirk, jina bi navê Heyat Hisên ji Radyoya me ra axifî. Heyatê di serî de siyasetên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û desteserkirina şaredariyan di tundî şermezar kir û got: Em tu carî hikumeta AKP’ ya dagirker li ser axa Kurdistanê qebûl nakin.

Heyatê îşaret pê kir ku Demokrasiya li Bakurê Kurdistanê di hilbijartinan de pêk hatiye li hisabê AKP’ê nehat û biryara desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê derxist.

Heyat Hisên di dawiyê de got: Em wek malbatên şehîdan êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin. Em soz didin ku em ê li kêleka gelê xwe heta bidestxistina azadiya wan bisekinin.

Show More
Back to top button