Dayikên Şehîdan: jinên kurd hemû Leyla ne

Di êvara 21`ê Kanûna borî de desthilata Tirk li dijî parlementera HDP`ê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven cezayê 22 sal û 3 meh girtîgeh birî.

Di derbarê mijarê de Dayikên Şehîda yên navçeya Girkê Legê ji Radiyoya me re axivîn û girtina Leyla Guven a ji aliyê dewleta Tirk şermezar kirin û gotin: Dewleta faşist nikare bi girtina Leyla vîn û îrada jina kurd bişkîne.

jina bi navê Menîfa Silêman wiha got: beriya nihe jina berxwedêr Leyla ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber APO di zindana dewleta Tirk de ket girava birçîbûnê, dewleta desthilatdar bila baş zanibe ku Leyla ji tevahî jinan re bû mînak ji mirinê natirsê û wê hertim berxwedan û têkoşîna berdewam bê. Tirsa dewleta Tirk ya ji îradeya Leyla hişt ku cezayê girtinê lê bibirê, bi girtina leyla daxwaz dikin ku hêza jinan bişkînin, lê belê em ji dewleta dagirker re dibêjin ku emê ji jina têkoşer leylayê re bibin pişt.

Menîfa Silêman di dawî de wiha got: Dewletên ku qaşo navê mafê mirovan li xwe dikin çima ji bêdengiya xwe dernakevin û van sûcên ku îro AKP’ê di derheqê jina berxwedêr Leyla Guven dike, ranawestînin.

Her wiha jina bi navê Wehîda Sebrî jî axivî û ev tişt got: Leyla Guven ji wan jinên ku fikir û ramanên Rêber APO ji xwere kir bîngeh û ji bo azadiya tevahî jinan hertim bi têkoşîn û berxwedanek pir mezin li hember dijminan disekinî, Wehîda Sebrî wiha dawî li axeftina xwe anî: jinên kurd hemû Leylane, wek jin emê şopdarê riya berxwedanê bin, bi hevgirtin û yek destî emê li hember desthilatdaran bisekinin û bi têkoşînê emê Leyla ji zindanê azad bikin.

Delal Cemîl

Show More
Back to top button